Li Atînayê li dijî tecrîdê meş

Li paytexta Yewnanistan Atîna çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulallah Ocalan hatibû destpêkirin, bi meşekê bi dawî bû.

Bi pêşengtiya Navenda Çanda Kurd a Atînayê li navenda Atînayê meşek girseyî hate kirin.

Meş di roja dawî ya greva ku 6’ê Kanûnê hatibû destpêkirin de hate kirin. Tirkiyeyî û çepgirên Yunanî jî tevlî meşê bûn.

Meşa ku ji Qada Academîayê destpêkir heta pêşiya Sefaretxaneya DAY’yê dom kir. Di meşê de alên YPG/YPJ’ê û posterên Ocalan hatin hildan.

Di meşê de tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ya li ser Rojava hatin şermezarkirin.