Li 3 bajarên Swîsreyê xwepêşandan hatin qedexekirin
Balafirgeha Basel-Mûlhoûsê ji ber gefa bombeyê hat valakirin. Li Zurîh, Basel û Bernê jî xwepêşandan hatin qedexekirin.
Balafirgeha Basel-Mûlhoûsê ji ber gefa bombeyê hat valakirin. Li Zurîh, Basel û Bernê jî xwepêşandan hatin qedexekirin.
Piştî Fransayê ku hişyariya terorê hat kirin, îro saet di 13:30’an de li Euroîrport Basel-Mûlhoûsê îxbara bombeyê hat kirin. Ji ber îxbarê rêwiyan bi otobusên xizmetê birin cihên kombûyinê yên li derveyî tesîsê.
Li Munîh, Frankfûrt, Zurîh û Amsterdam jî di nav de gelek firîn hatin betalkirin.
Piştî 2 saetan kûçikê tespîtkirina teqemeniyê yê polîsên Kantona Baselê anîn cihê bûyerê.
LI BERN, BASEL Û ZURÎHÊ XWEPÊŞANDAN HATIN QEDEXEKIRIN
Li dijî komkujiyên di encama şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de tên kirin, li gelek bajarên Ewropayê protestoyên mezin hatin lidarxistin. Ji roja Înê ve li bajarên Bern, Zurîh û Baselê çalakî hatin plankirin, lê Swîsreyê hemû xwepêşandan ji roja Înê heta Yekşemê ve qedexe kir. Têkîldarî qedexekerina xwepêşandanan daxuyaniyek berfireh nehat dayîn. Midûrê Ewlehiyê yê Kantona Bernê Reto Nause sedema qedexekirina xwepêşandanan wiha got: “Maça futbolê ya bi xeter, li Bûndesplatzê pêşandamek ya şewqê û roja yekşemê hilbijartinek heye ku em bikin. Em neçar in bi van hemûyan re bigihîjin. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku em vê dawiya hefteyê destûrê bidin çalakiyeke cuda.”
Qedexeya li sê bajaran, li bajarên din derbasdar nîne. Di dawiya hefteyê de li Lozan û Cenevreyê çalakiyên piştevaniyê ya bi gelê Filistînê re bên lidaraxistin.
Hiqûnasan diyar kirin ku kombûyîn mafeke qanûnî ye û ji ber qedexeyê rayedaran rexne dikin.