Leyla Guzel: Ez ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberan bixebitim

Di 22'ê Cotmehê de wê li Swîsreyê hilbijartinên giştî bêne kirin. Leyla Guzel a 22 salî ku ji SP'ê namzet e, diyar kir ku eger ew bê hilblijartin wê ji bo pirsgirêkên koçberan bixebite.

Li Swîsreyê di 22'ê Cotmehê de wê hilbijartinên Meclîsa Federal û Meclîsa Senatoyê bêne lidarxistin. Meclîsa Federal ji 200 kesî û Meclîsa Senato jî ji 40 kesî pêk tê. Ji bo van hilbijartinan gelek namzetên Tirkiyeyî û Kurdistanî li gelek herêman namzetiya xwe nîşan dan.

Yek ji wan jî Leyla Guzel a 22 salî ye. Li gel temenê xwe yê ciwan jî ketiye nava siyaseta Swîsreyê û dibêje ku dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan û koçberan bixebite. Leyla Guzel di sala 2020'î de ji Meclîsa Şaredariay Oberbûrgê re bûbû namzet, lê tenê bi 3 dengan winda kiribû.

Leyla Guzel di hilbijartinên giştî yên Swîsreyê de ji Partiya SP'ê (Sozîaldemokratîsche Parteî der Schweîz) namzeta kantona Bernê ye. Leyla Guzel ji ANF'ê re axivî.

Guzel anî ziman ku nêzî 5 sal in bi siyaseta Swîsreyê re mijûl e û got, "Min bi pêşkêşiyek bi navê 'Zarokatiya li Kurdistanê' dest bi siyasetê kir. Ev pêşkêşî ji bo min bû gava destpêkê ber bi siyasetê ve. Min li ser zilm û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî zarokan pêşkêşî kir. Heman rojê jî tevlî nava SP'ê bûm. Ji sedî 90 ê mirovên ji bo pêşkêşiyê hatibûn Swîsreyî bûn. Mirov ewqasî matmayî man ku di nava wan de hin kes hebûn bi salan siyaset dikirin, lê nizanîbûn ku li ser Kurdan zexteke ewqasî giran heye. Piştî wê ji xwe her tişt bi lez bû. Ketim nava Jûso, ku baskê SP'ê yê ciwanan e. Piştî demeke kurt jî min ji bo endametiya Meclîsa Şaredariya Oberbûrgê namzetiya xwe nîşan da. Bi 3 dengan min winda kir. Li wir deng têrê nekir, lê piştre tevlî Komîsyona Çandê ya Şaredariyê bûm. 4 sal in di rêveberiya Jûso Emmental de me.

Di heman demê de nêzî 4 sal in li nava 'SP mîgrant înnen Kanton Bern'ê çalak im. Niha saleke jî bi erkê serokatiya wê radibim. Beriya mehekê jî me sîstema hevserokatiyê dan rûniştandin. Niha ji meha çaran û vir ve serokatiyê ji Gewerkschaftsbûnd emmental re dikim. Ji roja destpêkê ve dibêjim, ji bo min yek ji xalên herî girîng pirsgirêka koçberan e. Ji xwe hatina vê derê pêvajoyeke gelekî zehmet e. Lê belê li vê derê hînbûna li jiyanê, entegre gelekî zehmet e. Li ser vê yekê dixebitim. Niha jî ji bo parlamenteriyê min namzetiya xwe diyar kir."

Leyla Guzel diyar kir ku armanca wê ya destpêkê alîkariya bi mirovan re ye û got, "Ji bo jiyana mirovên têne vê derê hêsan bikim ez ê bixebitim. Ji ber ku hatina vir zehmet e, destpêkirina li jiyaneke nû ya ji sifirê zehmet e. Lewma dixwazim ji civakê re bibim alîkar."

Ji bo pirsa 'Kesek bixwaze dengê xwe bide we, divê çi bike?' Leyla Guzel got, "Nameyek ji navnîşanan re diçe ku pûsûlaya dengan tê de ye. Her namzet di lîsteyê de xwedî nûmarayekê ye. Ez jî di lîsteya 5'mîn de me. Li jêrê rêzên vala hene, li wê rêzê divê navê min û li kêlekê çi hebe, yekser bê nivîsandin. Li kêleka wê nûmaraya namzet heye û li wê nûmarayê tê nivîsandin. Her tişt li wê rêzê çawa be, bi wî rengî tê nivîsandin. Û di nava wê nameya ku pûsûla dengan tê de ye, her wiha kaxizek heye ku divê bê mohrkirin, piştre bi rengekî berevajî careke din li nameyê tê bicihkirin. Adresa cihê jê re bê şandin li ser heye. Piştre tê îmzekirin û ji bo şandinê tê amadekirin."