Kurdistaniyên li Osloyê dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Norwêc Osloyê greva birçîbûnê dest pê kir.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî meheke di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye.

 

Ji bo destekkirina Guven, li paytexta Norwêc Osloyê greva birçîbûnê ya bê dawî û bi 5 pênc rojan bi dorveger, dest pê kir.

Girseya gel li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Osloyê li hev civiya û gelek belavok belav kir.

Çalakgeran diyar kirin ku heta encamekê bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.