Kurdên li Tambovê 15'ê Tebaxê silav kirin
Kurdên li herêma Tambovê ya Rûsyayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.
Kurdên li herêma Tambovê ya Rûsyayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.
Kurdên li Rûsyayê bi şahiyan Salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz dikin.
Piştî herêmên Moskow û Saratovê, vê carê jî Kurdên li herêma Tambovê Pêngava 15'ê Tebaxê bi konserekê pîroz kirin. Kurd li bajarê Mîçûrînskê yê herêma Tambovê li hev kom bûn û destpêkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girtin.
Endama Tevgera Jinê Gulberîn Botan li konserê axivî û anî ziman ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd roja hebûnê ye.
Gulberîn Botan got, "Bi saya vê pêngavê ku bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengiya fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hate kirin, Kurdan îro hebûna xwe bi cîhanê dane qebûlkirin."
Di pîrozbahiyê de hunermendên Kurd Nesrîn Botan û Hecî Mûsa derketin ser dikê. Her wiha komên govendê yên herêmî Agirî, Şehîd Barîn û koma govendê ya zarokan Dîcle û Firat hunera xwe nîşan dan.