Kurdan li Cenevreyê nerazîbûn nîşanî bêdengiya NY dan

Kurdan li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî dan.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne, Kurdan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê di 25’ê Çileyê de çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya rûniştinê didome.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Cenevreyê Salîh Saglam xwedî li pêngava azadiyê derket û diyar kir ku wê têkoşîn bi ser bikeve. Saglam got, “Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendiyên xwe yên bi faşîzma AKP û MHP’ê li dijî daxwazên Kurdan bêdeng dimîne û ev dewlet êrîşî nirxên gelê Kurd dike. Di mînaka Fransayê de em dibînin ku li ser saziyên Kurdan êrîş hene. Em êrîşên li ser daxwazên mafdar ên gelê Kurd qebûl nakin. Em ê li hemberî vê feraseta êrîşkar li her qadan berxwedana xwe geş bikin.”

Çalakiya rûniştinê bi axaftinan bi dawî bû.