Kurdan bang kirin: Em dixwazin agahiyek ji Rêbertiya xwe bigirin

Kurdistanî ji bo derbaskirina fikarên têkildarî rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevre, Basel, Zurîh û Lûzernê daketin qadan.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina tecrîdê yên li Ewropayê dewam dikin.

CENEVRE

Kurdistaniyan li buroya navenda Doxtorên Sînornenas ên Navneteweyî (MSF) çalakiyek kirin.

Kurdistaniyên ku daxwaz kirin bi rayedarekê re bicivin, diyar kir ku daxuyaniyên rejîma Tirk a têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiyê îfade nakin û daxwaz kirin ku heyetek ji Doxtorên Sînornenas a Navneteweyî tavilê biçin Îmraliyê. Kurdistaniyan dosyaya amade kirî radestî rayedar kirin.

Piştre Kurdistaniyan berê xwe dan Rojnameya Le Coûrrîerê, li pêşiya avahiyê dirûşim qîr kirin û dosyaya amade kiribûn radestî rayedarekê kirin.

ZURÎH

Kurdistaniyên li Bahnhofplatzê kom bûn daxuyanî dan û fikarên xwe yên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegotin. Bang li saziyên navneteweyî kir ku têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd hestyar bin.

BASEL

Bi heman armancê Kurdistanî û dostên wan li bajarê Basel a Swîsreyê daketin qadan û çalakî kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd negirin wê têkoşîna xwe bidomînin. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Baselê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku qûtkirina telefonê fikarên wan zêdetir bûne. Hate gotin ku ehta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin wê Kurdistanî û dostên xwe li qadan bin.

LÛZERN

Kurdistaniyên li Bahnhofplatz a Lûzernê kom bûn daxwaz kir ku tavilê parêzer û malbat biçin Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.