Kovara Stêrka Ciwan bi hejmareke xwe ya din weşiya

Kovara Stêrka Ciwan bi hejmara xwe ya 245’emîn, bi banga ‘’Dîwarên Îmraliyê parçe bike, cenga azadiyê bi ser bixe!’’ der çû.

Kovara Sterka Ciwan ku ji sala 1994’an ve heye, dibe deng ji bo ciwanên Kurdistanê li Ewropayê. Kovar ku ji sala 1994’an ve çapa wê reş û spî bû, vê carê rengîn û bi sêwiraneke nû çap bû.

 

Di para ‘Rêber Apo’ ya kovarê de, nivîseke bi Kurdî ya bi sernavê ‘’Rol û mîsyona jinên ciwan, di neteweyên demokratîk de’’ heye.

Nivîsên perspektîfî yên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşêr (TekoJIN) jî di vê hejmarê de ne. Wêneyê Berxwedan Çiyager ku li Pencewînê bû şehîd, li ser bergê pişt ê kovarê ye.

Naviroka nû ya kovarê wiha ye:

RÊBER APO
- Die Rolle und die Mission der jungen Frau in der Demokratischen Nation
- İsyana yekemîn

PERSPEKTÎF
-  Çawa li hemberî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi pengava Cenga Azadiye Serbixin rola ciwanan di dîrokê de berdewam e da ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO mutleq bibe.
- Ruhê têkoşînê bi taybetî li dijî zîhniyeta serdest a zılam divê îro çawa be? Rola wan di avakirina jiyana nû de çi ye?

JINÊN CIWAN
-  Di dîrokê de cihê jinê di çand û exlaqê civakê de çi ye?
-   Erîşên şerê taybet li ser jinan

LÊGERÎNA AZADIYÊ
-Vor Sich Selbst Nicht Mehr Wegzulaufen Bedeutet Mit Der Gesellschaft Die Größten
Träume Zu Entwickeln

BÎRANÎN
- Şehîd Huseyîn Çelebî
-Arhat Ba ‘’Kobra Ket!’’

DÎROK
– Kronolojiya PKK’ê XVIII

NIRXANDIN

- Dûran Kalkan: Şer û Parastin li Kurdistanê

ÇALAKÎ
Rêwîtiya ji bo azadiyê

PIRTÛKXANE
– Pirtûkên Ku Em Pêşniyaz Dikin