Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê der barê êrîşên ser Rojava de daxuyaniyek weşad. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikûmeta Erdogan a ku cêwiyê siyasî yê DAÎŞ’ê ye, dîsa bi armanca tunekirinê dest bi êrîşan kir. Ji bo veşartina qeyrana xwe û polîtîkaya xwe ya terorê, ji hewa û bejahiyê bênavber bombe li rêxistinên sivîl ên din bi taybetî jî navendên binesaziyê yên ku pêdiviyên bingehîn ên gelê Rojava tê de tên bicihkirin, bombebaran dikin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:
"Em van êrîşên ku sûcê li dijî mirovahiyê ne, bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo kêmkirina êşên li Rojava hatiye destpêkirin, radigihînin. Em bang li her kesî dikin ku bi ji bo jinûve avakirina Rojava û demokratîkirina Rojhilata Navîn bi ruhê seferberiyê alîkariyê bikin.”