KONGRA GEL: Rojbûna Rêber Apo li mirovahiya azad pîroz be
KONGRA GEL: Rojbûna Rêber Apo, rojbûna Kurdê azad e, rojbûna mirovê azad e, rojbûna jina azad e. Li ser vî esasî jî Rojbûna Rêber Apo, mîlada dîroka tekoşîna Kurdên azad e.
KONGRA GEL: Rojbûna Rêber Apo, rojbûna Kurdê azad e, rojbûna mirovê azad e, rojbûna jina azad e. Li ser vî esasî jî Rojbûna Rêber Apo, mîlada dîroka tekoşîna Kurdên azad e.
Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel (KONGRA GEL) bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye:
“Em bi hezkirin û bi rêzgirtin ji Rêber Apo re dibêjin ku rojbûna we pîroz be. Rojbûna Rêber Apo li gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn re, li tevayî hevalên me, mirovahiya azad, bi taybetî lî tevayî jinên Kurdistan û cîhanê pîroz be.
Rojbûna Rêber Apo, rojbûna Kurdê azad e, rojbûna mirovê azad e, rojbûna jina azad e. Li ser vî esasî jî Rojbûna Rêber Apo, milada dîroka tekoşîna Kurdên azad e.
Meşa Rêber Apo ya azadiyê ku navê wê PKK ye, di çar perçeyên Kurdistanê de li ser bingeha hêvî û baweriya gel di civakê de hêza leşkerî, hêza siyasî, hêza rewşenbîrî û hemû hêzên pêwîst çêkir. Gelê Kurdistanê bi hêza Kurdê azad rabû li ser piyê xwe.
Rêber Apo jin ê bi navê “netewa herî mezin” navkir û got; ‘Eger jin azad nebe civak azad nabe’. Bi “bîrdoziya rizgariya jinê” jin rêxistin kir, jin bûne pêşengên şoreşa civaka demokratik, li Rojhilata Navîn û cîhanê de bûne ruyê şoreşa azadiyê.
Rêber Apo parçekirina dorpêça komkujiyê ya ku bi destê dewletên emperyalîst li dor gelê Kurdistanê 100 sal e hatiye çêkirin, ji bo xwe kir hedefa stratejîk. Ji ber vê yekê jî navê paraznameya xwe ya pêncemîn “Parastina Kurdên di nav pencê qirkirina çandî de” danî.
Rêber Apo bi paradîgma ya Konfederalîzma Demokratîk li Rojhilata Navîn û li cîhanê ji bo mirovahiya pêşketî re bû hêviya azadiyê. Li ser vî esasî jî li hemû cîhanê gelek dost û heval û hogirên Rêber Apo û gelê Kurdistanê çêbûn. Raya giştî ya cîhana ji xerîbiyê derket, bûn dostên gelê Kurdistanê.
Ev rastiya Rêber Apo ji bo faşîzma dewleta Tirk bûye metirsiya herî mezin. Ji ber vê yekê jî bi tecrîteke pir giran dixwazin Rêber Apo bêdeng bikin. Herî dawî di 25’ê Adarê de axaftina Rêber Apo ya bi birayê xwe re destûr nedan. Gefên li ser jiyana Rêber Apo berdevame.
Li Garê fedaiyên Rêber Apo derseke mezin dan dewleta faşîst. 8’ê Adarê jinên Kurdistanê, li Newrozê jî gelên Kurdistanê ji bo xwedî derketina Rêber Apo helwesteke dîrokî pêşkêş kirin.
Newroz bû Newroxa Rêber Apo. Ji ber rewşa Rêber Apo, êdî sebra gel û Tevgera me nemaye.
Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe 128 roj e di zindanan de hezaran girtiyên azadiyê di greva birçîbûnê de ne. Dîsa li Wargeha Mexmûrê û li Wargeha Lavrîonê jî welatparêzên me ji bo Rêber Apo di greve birçîbûnê de ne.
Li welat û li derveyî welat gel û dostên me ji bo Rêberê xwe li ser piyan e. Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye. Dewleta faşîst li hundur û derve pir tengav e. Êrişên li ser HDP’ê jî ji ber vê rewşê ye. Ev jî nişana neçariya dewletê ye. Ev neçarî û tengaviya dewletê her diçe yê hêjî zêde bibe. Em vê demê, wek dema têkçûna faşîzmê dibînin.
Di vê pêvajoyê de faşîzma AKP-MHP-Ergenekon ji bo têk neçin êrişên xwe yê zêde bikin. Dewlet dixwaze emrê vê hikûmeta şerê taybet dewreyekî daha dirêj bike. Erdoğan sala 2023 an de ji ber qanûna esasî nikare bibe berendam, ji bo guhertina qanûnê jî hejmara wan têrê nake. Pêwîstiya wan di sala 2022’an de hilbijartina pêşwext heye û Erdoğan jî dikare bibe berendam. Lê belê di hilbijartineke normal de AKP-MHP’ê nikare serbikevin. Ji ber vê yekê jî ji bo serbikevin hemû tedbîrên xwe plan kirine. Doza girtina HDP’ê destpêka vê pêvajoyê ye.
Muxalefet tenê bi xebata hilbijartinê nikare rejîma faşîst a AKP-MHP têk bibe. Pêwîst e li Kurdistanê û li Tirkiyê dijî faşizmê tekoşîneke pir mezin bête meşandin, gel bête rêxistinkirin, hêvî û baweriya serketinê bête mezinkirin. Di nav gelê Tirkiyê jî li hemberî AKP-MHP’ê nerazîbûneke mezin heye. Lê belê ji bo rêxistinkirin û xwedî derketina vê rewşê, pêwîstiya pêşengên radîkal heye. Hêzên demokrasiyê yên li Kurdistanê û li Tirkiyê, eger di vê pêvajoyê de wekî tê xastin pêşengtiya gel bikin, dikarin hilbijartina pêşiya me bikin derfeteke dîrokî û faşizmê têk bibin.
Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê, têkçûna siyaseta dewletê ya li hemberî gelê Kurdistanê a 100 salî ye. Têkçûna faşîzmê destpêkirina pêvajoyeke nû ye. Ji bo pêvajoyeke nû pêwîstiya herkesî ji Rêber Apo heye. Bê Rêber Apo her tişt ji bo Tirkiyê û herêmê kriz û kaos e. Ji bo çareseriya krîz û kaosê tek rê azadiya Rêber Apo ye.
Ji bo gelên Kurdistanê, Tevgera Azadiyê û dostên me yên navnetaweyî, li ser esasê têkbirina rejîma faşîst, em ê bi pêngava “dema azadiyê” tevayî derfetên xwe seferber bikin û azadiya Rêber Apo pêk bînin.
Li ser vî esasî em car din rojbûna Rêber Apo ji gelên Kurdistanê, tevayî hevalan, tevayî jinên Kurdistanê û yên cîhanê, mirovahiya pêşketî re pîroz dikin.”