KONGRA-GEL ji bo Rojava banga ‘lezgîn’ kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava banga lezgîn kir û got: “Niha dem dema têkbirina faşîzma Erdogan e.”
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava banga lezgîn kir û got: “Niha dem dema têkbirina faşîzma Erdogan e.”
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL di daxuyaniya nivîskî ya dayî de, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike ku sîstema Rojava hilweşîne.
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst du roj in li Rojava ji bo hilweşandina jiyana civakî dest bi êrîşan kiriye. Bi van êrîşan qadên jiyana civakî ya sivîlan dike hedef û dixwaze ku bi tirsê gel bide koçberkirin. Armanca wan ew e ku sîstema Rojava hilweşînin.
Ev êrîşên dewleta Tirk sûcê şer e. Hêzên koalîsyona navneteweyî, divê demildest bibe xwedî helwest û mudaxele bike. Yan bêdengî tê wateya hevkariya sûc.
Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin; Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarên wan, demildest bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan. Niha dem, dema têkbirina faşîzma Erdogan e.”