Konferansa Ciwanan a Cîhanê destpê kir

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' tê organîzekirin li paytexta Fransa Parîsê destpê kir.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' tê organîzekirin li paytexta Fransa Parîsê destpê kir. Konferansê bi axaftina destpêkê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Konferans wê sê rojan dewam bike. Ji çar aliyên cîhanê ciwan tevlî dibin.

Konferansa ku ji aliyê 'Ronahî' û Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' ve tê lidarxistin xwe dispêre konferansên salên 2015 û 2019'an ên li Amed û Kobanê.