Konferansa Ciwanan a Cîhanê destpê dike

Konferansa Ciwanan a Cîhanê li paytexta Fransa Parîsê destpê dike. Konferans wê sê rojan dewam bike û ji tevahiya cîhanê zêdeyî 60 rêxistinên ciwanan wê tevlî bibin.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya 1'emîn ku wê di 3, 4 û 5'ê Mijdarê de li Parîsê pêk were, tê payin ku zêdeyî 300 aktîvîst tevlî bibin.

Konferans ji aliyê tevna 'Ronahî' û 'Ciwan dîrokê dinivîsîn' ve tê lidarxistin û xwe dispêre konferansên salên 2015 û 2019'an ên li Amed û Kobanê. Armanca xwe ya niha ew e ku xwe bigihîne hemû ciwanên li cîhanê. Konferans bi dirûşma 'Em ê dîrokê binivîsînin - Têkoşîna azadiyê ya ciwanan nikare bê astengkirin' pêk tê. Bi konferansê tê xwestin ku ciwan tecrûbeyên xwe parve bikin, xwe bikin aktorekî civakî, di siyaseta cîhanê de xwedî gotin û agahî be, li dora nirxên hevpar pîvanên xwe ava bikin.

Di konferansê de mijarên li ser azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî sîstema kapîtalîst derdikevin pêş. Di civînê de wê encamên jiyana lîberal a li ser ciwanan, pênaseya zayendîperest, pirsgirêkên ekolojîk, faşîzm û mîlîtarîzm, perwerde, di Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aboriyê, koç, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, azadî, li nava civakên dagirkirî û gelên penaberbûyî pirgirêkên ciwanan û pirsgirêkên jin ên ciwan wê bêne nirxandin.

Li gorî amadekarên konferansê Ronahî - Navenda Têkiliyên bi Gel re ya ji bo Ciwanan û 'Youth Writing History' (Ciwan dîrokê dinivîsînin) rêxistinên ciwanan ên cuda li hemberî kapîtalîzm, zexta ji bo tunekirina xweza û zayendîperestiya civakî li dora lêgerîna li jiyaneke alternatîf li hev kom bûn.

Youth Writing History diyar kir ku armanca wan ji vê konferansa li Parîsê ew e ku konferansê di asta navneteweyî de bi pêş ve bibin.

HIN RÊXISTINÊN BEŞDARÎ KONFERANSÊ BIBIN

Arran (Katalonya) - Poder Popular (Arjantîn) - Ciwanên MSD (Sûriye) - YXK/JXK, Yekîtiya Xwendekarên Kurd - Anakbayan (Fîlîpîn) - Partiya Komunîst a Sûdanê - Retomada Aty Jovem (Gelên Guaranî û Kaiowa; Brezîlya) - Youth For Climate Fransa - Ernai (Welatê Bask) - Trinacria (Sîcîlya) – Middle East Youth Initiative - Lista Demokraticnega Studentstva (Slovenya) - Sosialistisk Ungdom (Norwêc), PEPS, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (Fransa), Abahlali baseMjondolo (Efrîqaya Başûr).

Her wiha gelek delegasyon li ser medyaya civakî vîdeo parvekirin û ragihandin ku ew ê beşdarî konferansê bibin.

Tora Ciwanên Cîhanê prensîbên ku wê bingeha konferansê pêk bînin wiha rêz kirin:

Xweseriya Ciwanan: Bi armanca xurtkirina însiyatîf û perspektîfa her yekî, konferans wê ji aliyê ciwanan ve ji bo ciwanan bê lidar xistin. Weke ku di dirûşmeya konferansê de û di malpera wê de jî hatiye gotin: “Em nifşê dawî ne, însiyatîfa me wê çarenûsa me diyar bike”.

Azadiya Jinê - Jin, Jiyan, Azadî: Bi armanca têkoşîna li dijî zexta li ser jinê, konferans hewcedarî bi perspektîfeke hevpar a ji bo azadiya jinê dibîne. Armanca me ew e ku em bersivekê ji tundî, îstîsmar û objekirina jinên ciwan re bibînin, girêdanên di navbera jinên ciwan de xurt bikin û derfetê bidin wan ku nasnameya xwe ji nû ve bibînin. Torê vê têkoşînê weke bingeha hemû têkoşînên din dibîne.

Bernameya konferansê wiha ye:

8:30 Kombûn

9:00 Destpêkirina konferansê

9:00 - 9:30 Axaftina destpêkê

9:30 – 10:10 Ciwanên ji rêxistinên cuda ciwantiyê pênase dikin.

10:10 - 10:30 Navber

10:30 - 10:50 Nîşandana sînemayê

10:50 - 11:30 Peyamên silavkirinê

11:30 - 13:00 Xwarina nîvro û bêhndan

13:00 - 14:30 Beşa destpêkê ya panelê
 
* Di asta herî bilind a krîzê de fêhmkirina cîhana me ya îro

14:30 - 15:00 Navber

15:00 - 16:00 Beşa duyemîn a panelê

16:00 - 16:30 Navber

16:30 - 18:00 Nîqaş û nirxandin

18:00 - 19:30 Xwarina êvarê û bêhndan

19:30 - 20:30 Bernameya çandê
 
Roja duyemîn - 4'ê Mijdarê

8:30 Kombûn

9:00 Destpêk

9:00 - 10:30 Beşa destpêkê ya qisekeran

* Ciwan û rêbaza jiyanê ya lîberal

* Ciwan û zayendîparêzî

* Ciwan û pirsgirêkên ekolojîk

* Ciwan û faşîzm û mîlîtarîzm

* Ciwan û perwerde

* Ciwanên Rojhilata Navîn di nava Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de

10:30 - 11:00 Navber

11:00 - 12:00 Dewamkirina beşa destpêkê ya qisekeran

12:00 - 13:30 Navbera nîvro

13:30 - 15:00 Beşa duyemîn a qisekeran

* Ciwan û krîza aboriyê

* Ciwan û koç

* Dîroka ciwanan

* Ciwan û enternasyonalîzm

* Ciwan û azadî

* Pirsgirêkên ciwanan ên li nava miletên bindest û civakên xwecihî

* Pirsgirêkên jin ên ciwan

15:00 - 15:30 Navber

15:30 - 16:30 Dewamkirina beşa duyemîn a qisekeran

16:30 - 17:00 Navber û derbasbûna li salonê

17:00 - 18:30 Semîner 'Felsefeya azadiyê ya jinan'

18:30 - 20:00 Xwarina êvarê û navber

20:00 - 21:00 Bernameya çandê

 Roja sêyemîn - 5'ê Mijdarê

8:30 Kombûn

9:00 Destpêkirin

9:00 - 10:30 Panela destpêkê

* Jin ên ciwan dîrokê dinivîsînin

10:30 - 11:00 Navber

11:00 - 12:00 Nîqaş û nirxandin

12:00 - 13:00 Navbera nîvro

13:00 - 14:00 Encamên qisekeran

14:00 - 14:30 Navber

14:30 - 16:00 Panel

* Ji bo paşerojeke azad ber bi yekîtiya ciwanên cîhanê ve!

16:00 - 16:30 Daxuyanî

16:30 - 17:00 Axaftina dawî