Ciwanên Kurdistanî û Enternasyonalîst wê bi dirûşma 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' 3'ê Îlonê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo rojekê konferansekê lidar bixin.
Di konferansê de wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erk û berpirsyariya ciwanan bêne nîqaşkirin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ku ji gelên cîhanê re bûye hêvî, wê di konferansê de bê nirxandin.
Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û gelek welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan tevlî konferansê bibin.
Komîteya Amadekar a Konferansê bi bîr xist ku 30 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û ji bo tevlîbûna li konferansê bang kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li ciwanên Kurdistanî, enternasyonalîst, çep, şoreşger, sosyalîst û demokratîk ên li Ewropayê dikin ku 3'ê Îlonê beşdarî konferansa me bibin ku wê bi dirûşma 'Bi ciwantiya rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bê lidarxistin.