KON-MED’ê li dijî xiyanetê bang kir

KON-MED’ê bertek nîşanê xiyaneta PDK’ê da û bang li gelê Kurd kir ku li seranserê Elmanyayê dakeve qadan û çalakiyan li dar bixe.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja 22’yê Tebaxê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û bi pişt re jî serdana Hewlêrê kir. Di serdana xwe de Fîdan li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, partiyên siyasî û Barzaniyan civiya.

Hevserokatiya Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanê hevdîtinan da û bang li gelê Kurd kir ku li seranserê Elmanyayê dakeve qadan û çalakiyan li dar bixe.

Daxuyaniya KON-MED’ê wiha ye:

“Pêvajoya ku em tê re derbas dibin ji her aliyî ve pêvajoyeke pir krîtîk û dîrokî ye. Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe, 100 saliya xwe temam dike, şerê di navbera dewletên mêtinger û Tevgera Azadiya Kurd de didome. Li aliyê din ev peyman hîn di meriyetê de ye. Di vî şerî de ku ev nêzî 50 sal in berdewam e, dewletên mêtinger ji bo ku dagirkeriya xwe li Kurdistanê bidomînin, rêbazên şer ên bi her awayî bi kar anîn û tînin. Li hemberî vê jî berxwedaneke bi heybet heye ku di dîrokê de nehatiye dîtin.

Tişta ku me heta niha gotiye pir asayî ye. Li aliyekî feraseta netewe-dewletê ya qirker, dagirker, li aliyê din jî berxwedana Tevgera Azadiya Kurd a li hemberê van hêzan heye. Lê têkiliyên xiyanetê ku ne asayî ne, ne li gorî vê diyalektîkê ne. Ev pêkanînên ku feraseta PDK’ê ji malbata dîrokî û berjewendiyên xwe pêk tîne, êdî sebra gelê Kurd nemaye. Demeke ku polîtîkayên îmha û tasfiyeyê yên bi giştî yên Komara Tirkiyeyê tund in, ji van pêkanînan ji bilî xiyanetê tiştekê din nayê gotin. Di qonaxeke wisa giring de gelê Kurd wê hesab ji PDK’a ku cihê xwe li cem dagirkeran girtibû bixwaze.

Em KON-MED bang li wijdanê hemû gelê xwe dikin. Bila van polîtîkayan qebûl nekin. Yekane encama xiyaneta ku me di dîrokê de dîtiye ew e ku hêzên metinger wê li dagirkeriya xwe dewam bikin. Werin em vê xiyaneta PDK’ê teşhîr bikin û bi tundî li ber rabibin. Bi vê armancê em gelê xwe vedixwînin ku li dijî hevdîtinên “Xiyanetê” li seranserê Elmanyayê dakevin qadan çalakiyan li dar bixin. Îro roja parastin û xwedî derketina li azadî û berjewendîyên Kurdan e.’’