Komunîstên Fransî li dijî dagirkeriyê wê biçin Hewlêrê

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bal kişand ser civîna NATO’yê ya ku wê di 14’ê Hezîranê de pêk were û helwesta Fransayê li dijî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê rexne kir. Sekreterê Giştî yê PCF’ê wê biçe Hewlêrê.

PCF’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Ji dawiya meha Nîsanê ve artêşa Tirk li bakurê Iraqê li dijî Kurdan êrîşeke nû da destpêkirin. Ji hewayî û bejahî operasyon tê kirin û li gorî gumanan çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di heman demê de gelê sivîl jî tê bomberdûmankirin. Enqere dixwaze Kurdan ji holê rake, ji kampa penaberan a Mexmûrê heta Mûsûlê hêza xwe zêdetir bike û PKK’ê tasfiye bike.

Erdogan dixwaze bi civîna NATO’yê re ya ku wê di 14’ê Hezîranê de pêk were, êrîşeke berfireh bide destpêkirin û destûrê ji NATO’yê bistîne. Gelo wê helwesta Fransayê çawa be? Divê Serokkomar û Wezîrê Karê Derve vê helwesta xwe ya ne zelal ji holê rake, bi eşkere diyar bikin ji bo ku Tirkiye li Sûriye, Lîbya û Rojhilatê Behra Spî eniyeke din venekin, ew li dijî Tirkiyeyê ne. Divê Kurdan jî li herêmê wekî hêza aştiyê ya bingehîn diyar bikin.”

Li gorî daxuyaniyê wê li ser vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) heyetek ji PSF’ê ya bi serokatiya Pîerre Laûrent wê ji bo diyarkirina piştgiriya komunîstên Fransî wê hefteya pêş biçin Hewlêrê.