Komploya 9’ê Cotmehê li Elegezê hat protestokirin

Kurdên li herêma Elegezê dijîn komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li herêma Elegezê ya Ermenîstanê bi daxuyeniyekê hat protestokirin.

Endamê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan, Endamê Meclîsa gel Yurîk Davoyan û Dayê Çîlê axivin.

Silo Dirboyan diyar kir ku komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Abdullah Ocalan û êrîşên qirker ên dewleta Tirk îro bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re girêdayî ne û got: “Divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku temînata azadiyê ye erka xwe pêk bîne. Em li hemberî êrîşên hovane ên dewleta Tirk û tecrîda girankirî bêdeng nemînin.”

Dayê Çîlê got ku Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî tecrîda Îmraliyê li ber xwe dide û got ku ew ê bi şopandina rêya wî û ya gerîla Rêber Apo azad bikin.

Davoyan jî destnîşan kir ku komploya navneteweyî 25 sal in bi awayên cuda li ser gelê Kurd tê meşandin û dewleta Tirk û hêzên din ên di komployê de cih girtine şermezar kir. Davoyan got ku gelê Kurd û gerîlayên Kurd bi rêxistinbûn, berxwedan û hesasiyetê komplo pûç kirin.,

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.