KOMAW'ê kongreya xwe ya 7’emîn li dar xist
Di 7’emîn kongreya KOMAW’ê de hat diyarkirin ku komele gihiştiye binesaziyeke pir bi rêxistinkirî û xur û meclîsa KOMAW’ê ku ji 41 kesan pêk tê ku 9 jê di desteya rêveber de cih digirin, hate hilbijartin.
Di 7’emîn kongreya KOMAW’ê de hat diyarkirin ku komele gihiştiye binesaziyeke pir bi rêxistinkirî û xur û meclîsa KOMAW’ê ku ji 41 kesan pêk tê ku 9 jê di desteya rêveber de cih digirin, hate hilbijartin.
Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) li bajarê Hern ê Elmanyayê kongreya xwe ya 7'emîn li dar xist. Salona civînê ya Şîrazê ku kongre hat lidarxistin, bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK’ê, gerîlayên azadiya Kurdistanê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne û pankarta “Şehîdên me rûmeta gelê me ne, şehîd namirin, em deyndarê şehîdên xwe ne” hat xemilandin.
Kongre bi beşdariya 300 delege, malbatên şehîdan û nûnerên hin saziyên Kurd pêk hat.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Hevserokên KOMAW’ê Fatma Ozer û Cemîl Gultekîn axivîn. Fatma Ozer beşdaran silav kir, bal kişand ser girîngiya parastina bîranîna şehîdên têkoşîna Kurdistanê û got: “Her bost, her dar û her kevirê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan.”
Cemîl Gultekîn jî got: “Em li welatekî kapîtalîst dijîn. Eger em naxwazin zarokên xwe û pêşeroja xwe winda bikin, em ê çanda xwe û doza şehîdên xwe ji zarokên xwe re vebêjin.”
Piştî axaftinên hevserokan, dîwan hat hilbijartin. Li ser navê dîwanê Alî Konkurt axivî û diyar kir ku KOMAW xwedî binesaziyek pir bi rêxistin û xurt e.
KONGRE DIYARÎ ŞEHÎD DR. HUSEYÎN, SALÎH CIZÎRÎ Û EVÎN GOYÎ HAT KIRIN
Bi pêşniyara dîwananê kongreya 7’emîn a KOMAW’ê diyarî Salih Cizîrî (Hasan Adir) û Dr. Huseyîn (Selman Bozkur) ku 5’ê Hezîrana 2021’an di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn û Evîn Goyî (Emîne Kara) ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hat qetilkirin, hat kirin.
Piştre Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs mafê axaftinê girt. Karamûs anî ziman ku Saziya Malbatên Şehîdan bingeha têkoşînê ye û ji bo wan saziyeke pîroz e û diyar kir ku ew ê weke KNK’ê li çar aliyên cîhanê û Ewropayê her curê piştgiriyê bidin saziyên malbatên şehîdan û xurtir bikin.
Karamûs bal kişand ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ya ji bo herêma Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku eleqe û hurmeta ku PDK û hikûmeta Başûr da Fîdan ne girêdayî tu nirxekî Kurdistanî ye û got: “Eger hikûmeta Başûr nirx daba şehîdên Kurd, wê ev hurmet nîşanî kujerên şehîdan nedaba. Ez bang li hemû gelê Kurd ê xwedî wijdan dikim ku ev helwesta hikûmeta Başûr qebûl nekin. “
Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zeynep Bafê axivî. Bafê anî ziman ku têkoşîna azadiya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê mezin bûye û got: “Em ê xwedî li bîranîna şehîdan derbikevin û têkoşîna xwe bidomînin.”
‘EM Ê JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever jî got: “Em di pêvajoyeke dijwar de ne. Em di 100 saliya Peymana Lozanê de ne. Rêber Apo 25 sal in dîlgirtî ye. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo 50 sal in didome. Bi deh hezaran ciwan şehîd bûn. Ev sazî nûnertiya ked û têkoşîna wan e. 2 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê. Em ê bi pêşengiya malbatên şehîdan têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo mezin bikin. Divê hemû gelê me beşdarî meşa azadiya Rêber Apo bibin ku di meha Îlonê de bê lidarxistin.”
Nûnerên NAV-YEK, FED-MED, FEDA, CÎK Û PYD’ê jî beşdarî kongreyê bûn û axivîn. Kongre bi axaftina beşdaran, rexne û pêşniyaran dewam kir.
Piştî axaftinan rapora xebatên du salan hate xwendin. Piştre hilbijartina kongreyê hat kirin û meclîsa ku ji 41 kesan pêk tê û desteya rêveber a ji 9 kesan pêk tê hate hilbijartin.