KNK’ê Bafil Talabanî pîroz kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pîrozbahî li Bafil Talabanî da ku careke din ji bo Serokatiya YNK’ê hate hilbijartin.

Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) di 27’ê Îlonê de li Silêmaniyê 5’emîn kongreya xwe li dar xist. Di dengdana kongreyê de Bafil Talabanî careke din weke Serokê YNK’ê hate hilbijartin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke pîrozbahî li Bafil Talabanî da.

Peyama KNK’ê wiha ye: “Kongreyaya pêncemîn ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi awayekî serkeftî encam da û şexsê we carekî din weke Serokê YNKê hate hilbijartin. Di vê dema ku li Kurdistanê û herêmê bûyerên giring diqewimin de, pêkanîna kongreyke serkeftî û plankirina karan, ji bo destkeftiyên Kurdistanê kareke gelekî giring bû. Em bi vê encamdana serkeftî gelekî kêfxweş in û em hêvî dikin ku YNK her tim di kar û xebatên Kurdistanî de serkeftî be. Bi vê munasebetê em hilbijartina we ji bo serokatîya YNK’ê û her wiha di şexsê we de hemû kesayetên ji bo rêveberîya YNK'ê hatine hilbijartin, bi dilekî germ pîroz dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”