Kenan Ayas ji Elmanyayê re got: Ne min, lê Erdogan darizînin!
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas ê li Elmanyayê girtî ye, got "Ne ez, diviyabû Erdogan îro li vê derê bihata darizandin."
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas ê li Elmanyayê girtî ye, got "Ne ez, diviyabû Erdogan îro li vê derê bihata darizandin."
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas ê li Elmanyayê girtî ye diyar kir ku gelê Kurd ji bo 'rûmeta mirovahiyê' di şerê dijî DAÎŞ'ê de zêdeyî 20 hezar şehîd da û got, "Herî zêde faşîzma Erdogan rûmeta mirovan binpê dike. Yanî li gorî destûra bingehîn ev yek sûcekî mezin e. Ne ez, lê belê Erdogan diviyabû îro li vê derê bihata darizandin."
Elmanya ku ji aliyê aborî û siyasî ve têkiliyeke xwe ya xurt bi dewleta Tirk re heye, di çarçoveya polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina Kurdan de herî dawî siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas girt. Kenan Ayas li ser daxwaza dewleta Elman di 15'ê Adarê de li Qibrisê hate girtin û teslîmî Elmanyayê hate kirin. Kenan Ayas li Girtîgeha Damtor a Hambûrgê hate bicihkirin. Ayas ku di siyaseta Kurd de tê naskirin, bi taybetî li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê weke qiseker beşdarî gelek panel, semîner, kongre û konferansan bû, di mijarên siyaseta Rojhilata Navîn de analîz û nirxandin dikir.
Dema ku li Tirkiyeyê li qada siyasetê ya demokratîk kar dikir, di sala 2009'an de di çarçoveya Doza Bingehîn a KCK'ê de li Tirkiyeyê gelek doz li hember hate destpêkirin. Doza ku dewleta Tirk li dijî Ayas da destpêkirin, di 3'ê Mijdarê de destpê kir. Darizandina Ayas ku wê heta 21'ê Kanûnê dewam bike, wê ji 16 rûniştinan pêk were.
AYAS 'DERSA RÛMETÊ' DA
Kenan Ayas di rûniştina destpêkê ya li Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê de bal kişand ser meseleya 'rûmetê' û xala 'Nabe ku destwerdan li rûmeta mirovan bê kirin' a xala destpêkê ya Destûra Bingehîn a Elman bi bîr xist. Kenan Ayas got, "Xala destpêkê ya Destûra Bingehîn a Elman li ser destnedana li rûmeta mirovan e. Ev xal gelekî taybet e. Ev xal di heman demê de berpirsyariyeke girîng dide civak û dewleta Elman. Neparastina rûmeta mirovan a destûra bingehîn a Tirk jî karakterê wê nîşan dide. Rûmeta gel û kesayetên Kurd sed sal in ji aliyê dewleta Tirk ve bi rêk û pêk tê binpêkirin. Hebûna gelê Kurd heta dema nêz jî dikirin mijara nîqaşê. Gelê Kurd di bin zextên giran û înkarê de hewl da ku hebûna xwe ispat bike."
Ayas diyar kir ku qirkirina çandî û fîzîkî li gelê Kurd hate kriin û bi bîr xist ku têkoşîna ku Kurd ji bo rûmeta xwe dimeşînin di serî de ji aliyê Elmanyayê ji aliyê gelek dewletan ve weke 'terorîzmê' tê dîtin. Kenan Ayas bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo parastina rûmeta mirovahiyê. Ayas bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ'ê şerê 'parastina rûmeta mirovahiyê' meşand û got, "DAÎŞ'ê herî zêde êrîş bir ser rûmeta mirovahiyê. DAÎŞ'ê rûmeta mirovahiyê bi xetereyeke mezin re rû bi rû hişt. Jinên Kurd têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ya ji bo jiyaneke bi rûmet meşandin, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi ser xistin. Kurdan ji bo mirovahiyê ji belayê DAÎŞ'ê rizgar bikin zêdeyî 20 hezar şehîd û bi deh hezaran birîndar da."
'KURD LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊDIKOŞIN, ERDOGAN QIRKER E'
Ayas ragihand ku li dijî DAÎŞ'ê koalîsyonek hate avakirin, zêdeyî 30 dewlet tevlî vê koalîsyonê bû û bi bîr xist ku ev koalîsyon Kurdan weke hêzeke azadiyê dibîne.
Ayas bi bîr xist ku Erdogan çek ji DAÎŞ'ê re şand û bal kişand ser gefên Erdogan ên li ser welatên Ewropayê û piştre jî komkujiyên ku DAÎŞ'ê kir. Ayas destnîşan kir ku eger Kurdan DAÎŞ têk nebiribûna wê DAÎŞ bi lîderiya Erdogan Rojhilata Navîn bi dest bixista û veguherandibûya gola xwînê. Ayas sûcên şer ên Erdogan anî ziman û got, " Doh Kurdan dema ku li dijî faşîzma DAÎŞ'ê mirovahî diparastin, hêza azadiyê bûn. Hêza rûmetê bûn. Tevî hêzên koalîsyonê şer kirin. Dema ku faşîzma Erdogan dagir kir û êrîşên qirkirinê kir, hingî Kurd bûn terorîst? Erdogan li pêş çavên tevahiya cîhanê komkujiyan û şerê qirkirinê dimeşîne. Cîhan bi bêdengî dişopîne. Divê her kes li ber faşîzm û qirkeriya Erdogan rabe. Yên ku îro helwestê nîşan nedin wê sibe zerarê ji vê faşîzmê bibînin. Li vê derê ne ez lê belê diviyabû Erdogan bihata darizandin."
Kenan Ayas ragihand ku Elmanyayê li ser daxwaza dewleta Tirk li hemberî aktîvîstên Kurd herî dawî jî li hemberî wî doz dane destpêkirin û destnîşan kir ku Kurd li dijî faşîzmê xwe diparêzin û ev yek ti carî nabe 'terorîzm'.