KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 7-8'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 7-8'ê Cotmehê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê kir.

KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên ku di 7-8'ê Cotmehê de bi pêşengiya TJK-E'yê li dijî komploya 9'ê Cotmehê bêne lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema êşkence û tecrîdê ya ku 25 sal in dewam dike, êrîşek li ser destketiyên gelê Kurd hemûyan e û hate gotin, "Yekane çareserî ew e ku em Rêber Apo bikin bingeha têkoşîna xwe û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bilind bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd, jin û ciwanan, gelên mezlûm û mirovahiyê ye. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê êşkence û tecrîda li ser gelê Kurd, jin, ciwanan, gelan û tevahiya mirovahiyê ye.

Dewleta Tirk a faşîst hiqûq û pîvanên mirovahiyê hemûyan binpê dike. Ji bo şikandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ku bi destê dewleta Tirk a faşîst dewam dike, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêber Apo karê me yê bingehîn têkoşîn e. Em bêdengiya Konseya Ewropa û CPT qebûl nakin. Ev bêdengî van saziyan jî dike şirîkê sîstema êşkenceyê. Lewma em bêdengiya van saziyan şermezar dikin û bang li wan dikin ku tavilê wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Weke KCDK-E em bang dikin ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 7 û 8'ê Cotmehê bibin ku wê bi pêşengiya TJK-E'yê bêne lidarxistin. Em bang li gelê xwe û alîgirên mirovahiyê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jin, ciwan, extiyar bi xurtî tevlî bibin."