KCDK-E’yê banga xwedîderketina li xelkê Mexmûrê, kir
KCDK-E’yê berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û got: “Me bang li gelê me yê li derveyê welêt ew e ku hestewar be û li xelkê Mexmûrê bibe xwedî.”
KCDK-E’yê berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û got: “Me bang li gelê me yê li derveyê welêt ew e ku hestewar be û li xelkê Mexmûrê bibe xwedî.”
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) banga xwedîderketina li xelkê Wargeha Penaberan Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir ku ji aliyê hêzên dewleta Iraqê ve dor lê hatiye girtin
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Gefa dewleta Tirk, li ser erdê Kurdistanê berdewam e. Dor li Mexmûrê hatiye girtin!
Desthilatdariya AKP-MHP’ê beriya hilbijartina ku wê sedsala bê ya herêmê û Kurdistanê pê diyar bibe, ji bo têkçûyîna xwe bi serkeftinê tacîdar bike, bi dewletên paşverû re li qirkirina Kurdan dewam dike.
Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye, rû bi rûyê êrîşa PDK’ê û hikûmeta Iraqê bûye. Hikûmeta Iraqê dixwaze bi têlan dorê li wargehê bigire û tecrîd û qetlîamê bike, ji 20’ê meha Gulanê ve êrîşan dike.
Ev êrîşa ne birasthatinî ye, hatiye asteke wisa ku jiyana li Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî zehmet bûye. Armanca bi vê êrîşa ku bi vî awayî dor li gelê Kurd tê girtin, beriya hilbijartinê ji bo xelatkirina Erdoganê dîktator e.
Tevî raperîn û berteka gel, xetere berdewam e, malbata Barzaniyan ku ji navikê ve bi dewleta Tirk ve hatiye girêdan û hikûmeta Iraqê vî planê qirêjî datînin holê.
Xelkê Mexmûrê, wek her car li dijî vê êrîşa qirkirinê canê xwe dike mertal û li ber radibe. Bi pêşengtiya Meclisa Gelê Mexmûrê, zar û jin, pîr û ciwan li ber xwe didin.
Em KCDK-E, silav li berxwedana rûmetyar a xelkê Mexmûrê dikin, me bang li gelê me yê li derveyê welêt ew e ku hestewar be û li xelkê Mexmûrê bibe xwedî. Li her dera em lê ne, bi rêyên dîplomatîk, em dewleta Tirk, PDK ya hevkar û rejîma Iraqê ya paşverû teşhîr bikin.’’
Qirker, wê li ber berxwedana xelkê Mexmûrê çong deynin.”