KCDK-E û PYD Ewropa: Divê rûyê xwînxwar ê dîktator Erdogan li her deverê were teşhîr kirin

KCDK-E û PYD Ewropa got, “Artêşa dewleta Tirk dagirker û qirker, li Kurdistanê komkujiyê pêk tîne. Bi çalakî û protestoyan em helwesta xwe ya Demokratîk zêde bikin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E û PYD Ewropayê de wiha hate gotin: “Di van rojên ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de ji bo ku gel hê bêhtir di Rêveberiya Demokratîk de cih bigre amedekariyên hilbijartinê tên kirin. Di pêvajoyeke wiha de li hemberî gelê sivîl êrîşên komkujiyê jî zêde bûn.”

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên li ser sivîl û qadên sivîlan û wiha hate gotin: “Ev êrîşên ku gelê sivîl û qadên sivîl bi dorpêçkirinê hedef digire, rastî nêzîkbûna 11’ê Hezîranê tê û ev ne tesaduf e. Bi van êrîşan tê xwestin ku îradeya gel û destkeftiyên şoreşa Rojava têk biçe.

Ev êrîş di serî de li dijî tevahî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dixwazin bi awayeke demokratîk bijîn, pêk tên. Tê xwestin ku gelê heremê di van hilbijartinan de îradeya xwe diyar neke. Ev êrîşên li ber çavên hemû cîhanê, bi erêkirina hêzên navnetewî pêk tên. Ev hilbijartin wê bandorê li tevahîya Sûriyeyê bike. Lewma jî tê xwestin ku Demokrasî neyê avakirin.Bi van hewildanên ku naxwazin li tevahiya Sûriyeyê îradeya demokratîk pêş bikeve, dê nikaribin îradeya Gel têk bibin.

Di 31’ê Gulanê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov li qadên sivîl êrîş pêk anîn. Di vê êrîşê de 4 şervan şehîd bûn û 11 sivîl jî birîndar bûn.

Erdoganê dîktator di daxuyaniya xwe de dibêje ku ew ê destûrê nedin ku di 11’ê Hezîranê de hilbijarin pêk were û ji bo vê jî çi ji destê wan were ew ê bikin. Erdogan çeteyên hov ên wekî DAÎŞ’ê fînanse dike, çek û xwarin jî di nav de her alîkariyê dide wan. Ev gotin û daxwaza wî, dê di qirika wî de bimîne.

Wezîfe û erka me ya sereke ew e ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk em piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îradeya gel esas digre.”

Em bang li her kesî dikin, ji bo ku hilbijartin bi tevlîbûneke xurt pêk bên û îradeya demokratîk li Sûriyeyê pêş bikeve, piştgiriyê bidin. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin; Li hemberî êrîşên terorîst ên dewleta Tirk piştgiriyê bidin gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha rûyê xwînxwar ê dîktator Erdogan li her deverê teşhîr bikin. Bi çalakî û protestoyan em helwesta xwe ya Demokratîk zêde bikin.”