KCDK-E peyama Cejna Remezanê weşand
KCDK-E’yê bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û got: “Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê di nava aştî û biratiyê de bê pîrozkirin.“
KCDK-E’yê bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û got: “Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê di nava aştî û biratiyê de bê pîrozkirin.“
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê ya nivîskî weşand û got, "Bi boneya Cejna Remezanê em ji bo gelê xwe û mirovahiyê yên bindest daxwaza azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê dikin."
Di berdewamiya peyamê de wiha hate gotin:
“Tevî polîtîkayên qetlîamker ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya bi zîhniyeta DAÎŞ’ê û êrîşên qirkirinê yên ku destûr nadin pîrozkirina cejnê jî, divê gelê me Cejna Remezanê di nava aştî û biratiyê de pîroz bike.
Erdoganê sextekar û hikûmeta wî êrîşên xwe yên qirêj di pêvajoya hilbijartinan de jî li erdnîgariya ku wêran kiriye didomînin. Dîktator Erdogan û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku ol, exlaq û hiqûqê nas nake, wê li pêşberî berxwedana gelê me û komên mûxalîf ên demokratîk têk biçe.
EM RUHÊ YEKÎTIYA NETEWÎ BIHÊZ BIKIN
Bi boneya cejnê divê gelê me hevgirtina xwe ya madî û manewî bi hev re zêde bike û hemû derfetên xwe ji bo mexdûrên erdhejê seferber bikin.
Divê em gelê xwe yê ku li her çar parçeyên Kurdistanê pêdiviya wan bi alîkariyê heye xwedî derkevin û di vê cejnê de jî ruhê yekitiya neteweyî û yekitiya hevpar xurt bikin.
EM BI DENGÊ XWE ERDOGAN DI SINDOQAN DE BIFETISÎNIN
Erdogan û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku ol, exlaq û hiqûqê nas nake, wê li pêşberî berxwedana gelê me û hemû mûxalefetê winda bike.
Em li dervî welat ji bo xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê seferber bibin û vê rejîma mêtinger a kevinbûyî bi dengên xwe têk bibin.
Divê em gelê xwe yê bi rûmet yên bê cih û war mane û li dijî desthilatdariyê li berxwe didin biparêzin û di cejnê de wan bi tenê nehêlin. Divê em hevgirtina madî û manewî xurt bikin û têkoşînê mezin bikin.
Bi boneya cejnê divê em li dijî zaliman bi xurtkirina yekîtiya neteweyî û ruhê hevpar ê hevgirtina hemû gelê xwe re li ber xwe bidin.
Weke KCDK-E, em cejna hemû mirovahiyê bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin û bi hêviya ku ev cejn azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê ji gelê me û mirovahiya bindest re bîne. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema zêdebûna hevgirtin û parvekirinê.
Divê em gelê xwe yê bi rûmet li berxwe didin biparêzin, li ber dewleta ku malên wan hatin şewitandin û xerakirin çokan natewînin û di cejnê de wan bi tenê nehêlin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema zêdebûna hevgirtin û parvekirinê."