KCDK-E ji bo çalakiya sibe ya li Brûkselê bang kir
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo çalakiya ku wê sibe li pêşiya Sefaretxaneya DYE ya paytexta Belçîka Brûkselê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo çalakiya ku wê sibe li pêşiya Sefaretxaneya DYE ya paytexta Belçîka Brûkselê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ku daxuyaniyek da banga tevlîbûneke xurt a ji bo xwepêşandana protestoyî kir.
KCDK-E’yê diyar kir ku şerê dewleta Tirk a qirker a li ser gelê Kurd di serî de li ber çav û erêkirina DYE û hêzên navneteweyî dom dike.
KCDK-E anî ziman ku wê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê ya li Brûkselê li dijî êrîşên qirker û îmhayê yên li ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê xwepêşandanek protestoyî bê kirin.
Çalakî bi pêşengtiya sazî û rêxistinên mîna NAV-BEL, HBDH-Belçîka, AIDL, VREDE, YJK-B, Enstîtûya Kurd a Belçîka, Yekîtiya Hêza Demokratîk û RESIST US-led War Movementê pêk tê.
KCDK-E diyar kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya ku wê li Brûkselê saet 11:00’an li pêşiya Sefaretxaneya DYE ‘Boulevard du Régent 27’ bê lidarxistin bibin. KCDK-E’yê bang li gel, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, muxalîf û hemû dostên li dijî şer û êrîşkariyê bi girseyî tevlî xwepêşandana protestoyî bibin.