KCDK-E: Em Hasan Sîdar bi bîr tînin

KCDK-E got, "Hasan Sîdar li Lûzern a ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hasan Sîdar heta nefesa xwe ya dawî ji bo têkoşîna azadiyê ked da."

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê (KCDK-E) de hat gotin, "Yek ji neferên têkoşîna azadiyê ya Kurd Hasan Sîdar li Lûzernê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hasan Sîdar bi merasîmekê ku li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat pêk anîn hate veşartin."

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Sîdar li gundê Musolar ê navçeya Pazarcix a Mereşê ku lê ji dayik bû hate veşartin.

Hasan Sîdar heta nefesa xwe ya dawî ji bo têkoşîna azadiyê ked da û jiyana xwe domand. Sîdar kesayetek wisa bû ku aliyê her kesê ve dihat hezkirin. Hevrê Hasan Sîdar 3 salan bi pirsgirêkên tenduristiyê re têkoşiya. Têkoşîna wî û ala ku wî hildayî, wê ti carî nekeve erdê. Gelê Kurd û hevrêyên wî ala azadiyê wê hîn bilindtir bikin. Weke KCDK-E em li ber bîranîna hevrê Hasan Sîdar bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, di serî de malbata wî ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”