KCDK-E: Bi Berxwedana Kobanê rûmeta mirovahiyê hat parastin

KCDK-E’yê Berxwedana Kobanê silav kir û got: "Jin û ciwanên Kurd li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin raber kirin; rûmeta mirovahiyê û mirovahiya azad parastin.”

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Beriya 9 salan bi berxwedana destanî, DAÎŞ li Kobanê têk çû. Hêzên kûreyî çeteyên DAÎŞ’ê mezin kirin û kirin belayê serê gelên cîhanê. Çete bi berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya jinê têk çûn.”

‘GELÊ KURD RÛMETA MIROVAHIYÊ PARAST’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Beriya 9 salan bi têkçûna DAÎŞ’ê re ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê hêviyek nû ava bû û ev hêvî di dîroka Rojava de bû alternatîf û modela jiyanek azad.

Li Kobanê jin û ciwanên Kurd li dijî rêxistina terorê DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin raber kirin. Ev berxwedan weke berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê û mirovahiya azad di dîrokê de cihê xwe girt. Weke KCDK-E em her kesê ku tevlî berxwedana Kobanê bûye, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Bi banga şoreşger, demokrat, ekolojîstan, tevgerên jin û aştiyê, rewşenbîran, nivîskaran, kesên Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtine, akademîsyen û rêxistinên demokratîk 1’ê Mijdarê ‘Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanî’ hat îlankirin. Em gelên ku li her çar aliyên cîhanê di 1’ê Mijdarê de bi ruhekî enternasyonalîst ji bo parastin û mezinkirina berxwedana Kobanê rabûn ser piyan, silav dikin û Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanî pîroz dikin.

‘PÊŞBÎNIYÊN RÊBER APO BÛN HÊVÎ’

Pêşbîniyên Rêber Apo li dijî hemû dijminahiyên hêzên mêtinger, weke formûleke çareseriyê rol lîst û ji bo hemû kesên bindest, yên tune hatine hesibandin, jinan û gelên têkoşer bû moral û hêviyek mezin.

Weke KCDK-E em careke din 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanî pîroz dikin û bang li hemû mirovan dikin ku li dora fikrên Rêber Apo têkoşînê geş bikin û xwedî li Kurdistanê, Rojava û Kobanê derkevin.”