KCDK’ê bang li her kesê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk dakevin qadan
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) bang li her kesê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li her derê dakevin qadan.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) bang li her kesê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li her derê dakevin qadan.
KCDK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku li dijî êrîşên nû yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li her derê dakevin qadan.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e ji bo armancên xwe yên qirkirinê pêk bîne, li ser xaka Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tîne.
Hikûmeta şer a faşît a AKP-MHP’ê ku bi temamî li erdnîgariya Tirkiye û cîhanê asê mayê, ji bo di hilbijartinên nêz dibe de zemîna berjewendiyên xwe amade bike, ji danê sibehê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaranên dijwar pêk tîne. Di êrîşan de rasterast çavkaniyên enerjiyê, qadên sivîlan û pêdiviyên bingehîn ên gel hatin hedefgirtin.
Wezîrê dewleta Tirk a qirker Hakan Fîdan piştî gefên xwe êrîşên li ser herêmê derxist asta tolhildanê. Ji ber ku yek ji armanca van êrîşan jî ew e ku derfetê bidin DAÎŞ’ê û rê li ber rêxistinkirina wê vekin.
Artêşa Tirk a faşîst bi xerakirina aramiya herêmê û hedefgirtina avahî û binesaziyên ku gel jê xizmetê distîne, sûcên şer dike. Ev êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne û artêşa Tirk sûcê mirovahiyê dike. Dîktator Erdogan û dewleta Tirk a qirker li ser herêmê xeteriyeke mezin e.
Ev êrîşa ku bi nêzbûna komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê pêk hat, hemû destkeftiyên şoreşa Rojava û gelê Kurd hedef digire. Dewleta Tirk a qirker ku li hemberî mezinbûna xwedîderketina enternasyonalîst a li hemberî komploya navneteweyî di nava xitimandinê de ye, bi armanca tinekirinê êrîş dike.
Bêdengiya dewleta Sûriyeyê, Rûsya û hêzên din ên navneteweyî li hemberî êrîşên dewleta Tirk qirkirina Kurdan erê dike. Em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku li dijî van êrîşan xwedî helwest bin.
Em KCDK-E bang li gelê xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, dost û hemû kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku ji bo parastina şoreşa mirovahiyê ya Rojava dakevin qadan û bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên di pêşengiya TJK-E’yê di 7-8’ê Cotmehê de bên lidarxistin bibin. Her wiha em bang li hemû gelê xwe, jin, zarok û extiyaran dikin ku ji bo meşa navendî ya ji bo xwedî derketina li Rêber Apo û Rojava wê 10’ê Cotmehê di saet 11:00’an de li Strasboûrgê bê lidarxistin, bibin seferber.”