KCÊ-E'yê ji bo alîkariya bi Rojava re bang kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo alîkariya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku tevlî kampanya Heyva Sor a Kurdistanê bibe.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo alîkariya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku tevlî kampanya Heyva Sor a Kurdistanê bibe.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî kampanya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo alîkariya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de ne, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya Erdogan ku cotikê polîtîk û îdeolojîk ê DAÎŞ'ê ye, li dijî gelê Rojava careke din dest bi êrîşên ji bo tunekirinê kiriye.
KCÊ-E'yê ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP ji bo krîza xwe û polîtîkaya xwe ya terorê binixumîne êrîşî binesaziya Rojava dike, ji bejahî û hewayî ve bombeyan li saziyên civakî yên sivîl dibarîne.
KCÊ-E'yê diyar kir ku ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Ji bo pêçandina êşên li Rojava em piştgiriyê didin kampanya alîkariyê ya ku Heyva Sor a Kurdistanê da destpêkirin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, dostan û bi taybetî jî civaka Êzidî hate kirin ku ji bo jinûve avakirina Rojava bi ruhê seferberiyê tevlî kampanya alîkariyê bibin.