Li Lîmasolê tecrîda Îmraliyê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li Lîmasolê dijîn, bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê şermezar kirin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi meşekê hat şermezarkirin. Kurdistaniyên li ber Navenda Çanda Kurd a Teofilosê hatin ba hev, bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG, YPJ û PKK’ê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin.

Di meşê de dirûşmeyên “Qatîl Erdogan”, “Hezar silav ji Îmraliyê re”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Tirkiya dagirker ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî Serok Apo”, “Wê kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” û “Em jiyanek bê Rêber Apo qebûl nakin” berz kirin. Di meşê de belavokên tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje hatin belavkirin.

Meş li ber Şaredariya Lîmasolê veguherî mîtîngê. Li vir axaftin hatin kirin û daxuyaniya bi zimanê Îngilîzî hat xwendin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.