Ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz çalakiya piştevaniyê

Ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Hambûrgê çalakiya piştevaniyê hat lidarxistin.

Li Hambûrgê ji bo Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê ku li ser daxwaza Elmanyayê li Qibrisê hat girtin û radestî Elmanyayê hat kirin, li ber Girtîgeha Dammtorê ku lê giritye mitîngiya piştevaniyê hat lidarxistin.

Mîtîng ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Kenan Ayaz re ya Hambûrgê hat lidarxistin û gelek Elman û Kurdistanî tevlî bûn.

Di çalakiyê de posterên Kenan Ayaz û Mehmet Çakas ê li Celleyê girtî ye hatin hildan.

Li ser navê komîteyê Anja Flach axivî û diyar kir ku Ayaz ji ber fikrên xwe yên siyasî bi mehan in bi awayekî neheq tê girtin. Anja Flach got ku doza Ayaz wê 3’ê Mijdarê destpê bike û bang li her kesê kir ku li ber dadgehê bicivin.

Mîtîng bi awazên berxwedanê yên Ûmût Botan bi dawî bû.