Ji bo Rêberê Gelê Kurd li Kopenhagê alakiya pankartê

Pankartên ku gotinên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nivîsî li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê hatin daleqandin.

Bi çarçoweya kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pira herî şên bajêr pankartek hate daleqandin ku li ser gotina Ocalan, ''Her tişt ji bo dahateke aştiyane û demokratîk e'' hatibû nivîsîn.

Çalakgeran her wiha pankart û stîcker ên bi nivîsa ''Ji Ocalan re azadî'', ''Ji pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê re na'' li gelek deverên bajarên daleqandin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji NY'yê re name hatin şandin. 

Bi çarçoweya kampanyaya nameyan heta niha 4059 name ji NY'ê re hatine şandin, ku Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Efrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) beriya niha kampanya dabû destpêkirin.