Rûniştina 87’an a doza Stûttgart ku ev 3 sal in li Stammheîmê dom dike, pêk hat. Mûtalaya ku hefteya borî bi xwendinê destpê kir, duh dawî bû û dozger ji 129b’yê xwest ku ceza li Kurdistaniyan bên birîn.
Biryara dozger a ji bo domîna girtiyên tên darezadin û xwestina cezayê bilind ê ji bo Veysel S. bal kişand. Dozger Veysel S. weke ‘endamê PKK’ê û rêveber’ pênase kir û xebatên wî yên di navbera salên 2014-2018’an kir hincet, 5 sal û 4 meh ceza ji bo wî xwest.
Ji bo ji bersûcên din ên bi hinceta ‘destek kirina PKK’ê’ tên darezandin Ozkan T. 3 sal, 9 meh, ji bo Agît K. 3 sal, 10 meh, ji bo Cîhan A. yê ji derve tê darezandin 1 sal û 10 meh û Evrîm A. jî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwestin.
Li gorî daxuyaniyên parêzeran ‘Îdîayên têkildarî Kurdistaniyên ku di çarçoveya dozê de tên darezandin, beşek wê xwe dispêrin îtirafkar Ridvan Ozdemîr.’ Dozger her çendî beşek mezin a îdîayan bawer jî neke, bi hinceta îdîayên derbarê bersûcan de spandinên ‘birîndarkirin, xesp û revandinê’ dike.
Di mutalaya dozger a ji 170’ê rûpelan pêk tê, xebatên siyasî yên Kurdistaniyan ên li Elmanyayê carekî din dikeve çarçoveya ‘sûc’ de. Kampanaya aştiyê, oranîzasyonên aktîvîteyan, belavkirina biledan, xebatên hilbijartinê û daxuyaniyên ji bo çapemeniya Kurd tên dayîn, hinek ji van ‘sepanên suc in’.
Doz wê 15’ê Nîsanê roja Pêncşemê bê kirin û li bendêye têkildarî mutalayê parastin bê kirin.