Ji bo çalakiyên li Fransayê yên li dijî tecrîdê banga tevlîbûnê

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 2-3'ê Îlonê de li bajarên Parîs, Strasboûrg û Lyonê yên Fransayê çalakî bêne lidarxistin.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ragihandin ku bi dirûşma "Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo 'Rêberê azad, gelê azad' ew ê 2'ê Îlonê li Strasboûrg û Parîsê li qadan bin" û destnîşan kirin ku tecrîd ji bo qirikrinan gelê Kurd êrîşeke topyekûn e.

CDK-F û TJK-F'ê diyar kirin ku tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê meşandin ji bo qirkirina Kurdan e û bang li welatparêz û raya giştî ya demokratîk û şoreşger kir ku bi rengê herî xurt tevlî çalakiyan bibin.

Komeleyên Kurd ên li başûrê Fransayê jî ji bo meş û mîtînga 3'ê Îlonê ya li Lyonê banga tevlîbûnê kirin.

Meş wê li Place Jean Mace saet di 13:00 de destpê bike. Li Place Bellecoûrê jî bi beşdariya hunermendên Kurd mîtîngek bê lidarxistin. Di mîtîngê de wê hunermend Seyda Perînçek, Lavîn Perînçek û Farqîn Azad hunera xwe nîşan bidin.

Çalakî wê bi drûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, edalet ji bo Kurdan' bê lidarxistin.

PARÎS - 2'yê Îlonê

Cih: Place République
Saet: 15:00

STRASBOÛRG - 2'yê Îlonê

Cih: Pêşiya Konseya Ewropayê
Saet: 10:00

LYON - 3'yê Îlonê

Cih: Place Jean Macé
Saet: 13:00