Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Lozanê stand hat danîn
Li Lozanê stand hat danîn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.
Li Lozanê stand hat danîn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.
Ji bo balê bibin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bikin, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşêr (TekoJIN) li bajarê Lozanê yê Swîsreyê stand danî. Di çarçoveya kampanyaya ‘’Cenga azadiyê bi ser bixin’ de, ji bo tecrîd biqede aktîvîstan belavok belav kirin.
Stand ji aliyê TCŞ’ê û TekoJIN’ê ve li Qada Rîpponê ku Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin, hat danîn. Li ser pirtûkên li ser modela jiyana azadîxwaziya jinan a demokratîk û ekolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsîne hatin belavkirin.
Behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Swîsreyiyan re hat kirin, bang hestewariyê li raya giştî hat kirin.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê TCŞ’ê û TekoJIN’ê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku wê stand her hefte bên danîn.