Ji bo azadiya Ocalan name ji NY’yê re şandin

Li bajarê Hannoverê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şandin.

Li bajarê Hannover a Elmanyayê kampanya îmzeyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Meclîsa Jionan a Ronahî ve hatibû destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de jinan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandin.

Endamên Meclîsa Jinan a Ronahî nerazîbûn nîşanî helwesta YE û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) da û got: “Divê tavilê helwesta xwe biguherînin. Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye.”