Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li bajarê Marsîya ya Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên Kurd ên şoreşger ku 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin, ji bo 3 rojan kon hate dayîn.
Kon li Qada Vîeûx Port a yek ji rêyên herî qelebalix a Marsîlyayê ye hate danîn.
Li kon pankarta bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û ‘Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan şervanên azadiyê, şoreşger in, ne terorîstin’ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Jinên ku starta çalakiyê dan, prtûk û broşurên pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd vedibêje belavkirin.