Ji bo azadiya Ocalan li Dûîsbûrgê 5 hezar û 512 name ji NY’yê re şandin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistaniyan li Dûîsbûrgê 512 name ji bo NY’yî şandin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistaniyan li Dûîsbûrgê 512 name ji bo NY’yî şandin.
Di çarçoveya kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de, bi sedan name li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin şandin.
Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê bi sedan nameyên amadekiribû ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) şand.
Di çarçoveya kampanya nameyan a berî niha ji aliyê Koma Xebata Kurd a Başûrê Efrîka (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Başûrê Efrîka (COSATU) ve hatibû destpêkirin, heta niha li Dûîsbûrgê 5 hezar û 512 name hatine şandin.