Ji bo Şengalê li Kîelê çalakî hate kirin

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê têkildarî peymana PDK-Bexda ya li ser Şangalê çalakiyek hate kirin û peyman hate protestokirin.

Bi armanca protestokirina çalakiyê li Kîelê di navbera saet 12:00-17:00’an kon û stand hate danîn.

Çalakiya ji aliyê ‘Jiyana Jin’ ve hate organîzekirin, Civaka Elewî ya Kîel, AGÎF û Dîe Lînke jî destek kir.

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî û Kurdî belavok hatin belavkirin, bi daxuyaniyekê peymana di navbera Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê de hate şermezarkirin.