Rewşa tendiristiyê ya 14 çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ev 107 roj in ketine greva birçîbûnê her ku diçe giran dibe. Piraniya çalakgeran li nav nivînan in û piranî nikarin razin.
Li gorî doktoran greva birçîbûnê îro jî bi dawî bibe xisara ku gihayî organên hinavê çalakgeran siberojê wê rê li ber gelek nexweşiyên giran veke. Ji niha ve li cem çalakgerên greva birçîbûnê hin pirsgirêk çêbûne, masûlkeyên wan dihelin, dilê wan diêşe, nema dikarin razin, pergala wan a hêrisê xisar lê bûye.
Fahrettîn Guneş ku her roj rewşa çalageran dişopîne li ser kontrola giştî ya 15'an agahî da.
MASÛLKE DIHELIN MOVIKÊN WAN DIÊŞIN
Dr. Fahrettîn Guneş got yek ji problama sereka ya berxwedêran ew e ku pir li xwe kêm dikin û ev jî dike ku masûlkeyê wan bihelin û dike ku dohnê laşê wan biqede.
Ji ber sedema birçîbûnê bedana çalakgeran ji bo ku li ser piyan bimîne pêşî berê xwe didin dohn û piştre jî berê xwe didin dohnê di mêjiyê hestî de û masûlkeyan.
Gulşen diyar kir bi kêmbûna dohnê di mêjiyê hestî de, êşa movikan zêde dibe û çermê wan diweşe.
Dr. Gulşen her wiha got zikê çalakgeran jî diêşe û got ji ber ku zik vala ye, gaz dibe sedema vê.
Dr. Gulşen hwer wiha diyar kir li gel êşên rovî û zik, rêyên hilmstandina jorîn î enfeksyinonê digirin û di nav çalakgeran de guhê Kerem Solhan enfeksyonê girtiye.
PIRSGIRÊKA BÊXEWIYÊ PIR TALOKE YE
Li gorî Dr. Gulşen 14 çalakger jî tiştên şilî bi zehmetî vedixwin û yek ji problema giran a têkilî jiyanê jî pirsigrêka xewê ye, çalakger carinan 2 saetan û carinan jî qet nikarin razin û ev zirarê nede pergala wan a hêrisê.
Ji ber bêxewiyê êşa serî bi çalakgeran re çêdibe, zû hêrs dibin û diwestin.
Gulşen diyar kir dema ku zirar bigihije pergala hêrisê ev dibe sedema nexweşiyên mayinde.
Gulşen her wiha got ji niha jî çalakger dibe ku gelek organên wan ji dest bikin, li gel têrnekariya gurçikê, bal kişande ser xilasbûna raçînka dohnê dil û ji ber vê jî guvaştina dil.
JI BER NEXWEŞIYÊN DIL DIBE KU HER GAV TIŞTIN BIBIN
Gulşen diyar kir nexweşiyên ji ber dil pir taloke ne û got, ''Em bi xemgînî dibêjin, ji ber dil dibe ku her gav tiştin bibin.''
'DIVÊ ÊDÎ MIROV GUH BIDE DAXWAZÊN WAN Û ÇARESERIYEKÊ BIBÎNE'
Dr. Gulşen peywira wan ew e ku ew çalakgeran mieyene bikin û li ser rewşa wan raya giştî agahdar bikin û got, ''Divê mirov guh bide daxwazên mirovî yên çalakgeran. Divê mirov nehêle ku ev mirov bimirin. Divê mirov guh bide daxwazên wan û çareseriyek were dîtin. An na wê pir dereng bibe.''
Gulşen bang li saziyên tendiristiyê yên Fransayê û navnetewî kir û got, ji bo ku rewşa çalakgeran ji cihê cih were şopandin, ew dikarin bi wan re têkilî deynin.
14 çalakgerên endamên Insîtayîtîva Ji Ocalan re Azadî 17'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Navê çalakgeran wiha ne: Yuksel Koç, Dîlek Ocalan, Gulîstan Çiye Îke Nurgul Başaran, Mustafa Sarikaya, Mehmet Nîmet Sevîm, Mohamed Ghaderî, Kardo Bokanî, Ekrem Yapici, Denîz Surgut, Ramazan Imîr, Ayvaz Ece, Agît Ural û Kerem Solhan.