Hûnko: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye
Parlamenterê Elman Andrej Hûnko serdana greva birçîbûnê ya li Berlînê kir û got, "Daxwaza Leyla Guven di heman demê de daxwaza me ye."
Parlamenterê Elman Andrej Hûnko serdana greva birçîbûnê ya li Berlînê kir û got, "Daxwaza Leyla Guven di heman demê de daxwaza me ye."
Wekîlê Parlamenta Federal a Elmanyayê Andrej Hûnko, serdana greva birçîbûnê ya li Berlînê kir ku ji bo piştgiriya ji Leyla Guven re dest pê kiriye.
Hûnko greva birçîbûnê ya li Komeleya NAV-DEM'ê kir û got, "Daxwaza çalakgeran daxwaza me ye. Em xwedî li armanc û çalakiya we derdikevin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin."
Hûnko got, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pêvajoya danûstandinê ji nû ve dest pê bike, ew li Parlamenta Elman di nava hewldanan de ne û wiha dewam kir: "Berî ku pirsgirêkên giran ên tenduristiyê bi Leyla Guven û berxwedêrên din peyda bibe, em dixwazin ew bigihêjin armanca xwe. Rewşeke berevajî wê me biêşîne. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."
'DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN'
Hûnko diyar kir, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê hemû girtiyên siyasî werin berdan û got, "Em dixwazin biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Demîrtaş bi cih were anîn. Tirkiye hewl dide sabote bike, lê dawiya dawî neçar e bi cih bîne. Ev yek timî dubare dibe. Neçar e ku li gorî biryara dawî ya dadgehê tevbigere, prosedur ev e."
'PÊWÎSTE QEDEXEYA LI SER PKK'Ê WERE RAKIRIN'
Hûnko bi dewamî ragihand ku qedexeya li ser PKK'ê û qedexekirina al û sembolan rê li ber zor û zehmetiyan vedike û got, "Sembolên ku li hin eyaletên Elmanyayê serbest in, li eyaleteke din qedexe ye û carna dibe sedema tundiya polîsan. Ev yek nakokiyeke mezin e. Têkoşîna me ya li hemberî vê yekê dewam dike. Em dixwazin qedexeya li ser PKK'ê bi temamî were rakirin. Ji bo vê em ê bixebitin.
Mîna biryarên dadgehên Belçîkayê, divê em jî biryarên bi heman rengî ku PKK weke rêxistineke terorê nabîne, bi dest bixin. Di encama karê me de, ev gotin li Konseya Ewropayê mîna berê zêde nema tê gotin."
Hûnko diyar kir, tevî zext û zordariyê jî li cîhanê bi sed hezaran kes li dora Ocalan û Guven li hev civiyane û got, "Ev yek wê dewam bike û ji bo têkoşîna giştî ya azadiyê hêviyê dide me."