Hunermend Mazlûm Dora bêyî dem û dor di greva birçîbûnê de ye
Hunermend Mazlûm Dora ku ji sala 2021’ê ve li Stûttgarta bajarê Elmanyayê girtî ye, li dijî kirinên kêfî û xerab li girtiyên siyasî, 14 roj in bêyî qewil û dor di greva birçîbûnê de ye.
Hunermend Mazlûm Dora ku ji sala 2021’ê ve li Stûttgarta bajarê Elmanyayê girtî ye, li dijî kirinên kêfî û xerab li girtiyên siyasî, 14 roj in bêyî qewil û dor di greva birçîbûnê de ye.
Hunermend Mazlûm Dora ji ber xebatên çandî 11’ê Gulana sala 2021’ê hat girtin û ket Girtîgeha Stammheîmê. Dora, Wezîrê Karê Dervê yê Tirk ê hingê Çavûşoglû hat serdana Berlînê û bi şûn de Dora binçavî bû. Xebata çandî û hunerî, xistina li defê gava meşekê, strana 'Cenga Rojava' ku ya wî ye, sûc hatin hesabkirin.
Li gor nûçeya Yenî Ozgur Polîtîkayê piştî 60 rûniştinên li Dadgeha Bilind a Stûttgartê, delîlên di der heqê kêm bûne jî, 3 sal û 3 meh ceza dane Dora.
Parêzerê Dora diyar kir ku xebatên çandî ku miwekîlê wî kirine û bikaranîna mafên ji destûra bingehîn, xistina çarçoveya xala 129b ku di Qanûna Cezayî ya Elmanyayê (StGB) de ye û wek xebatên rêxistinî qebûl kirine.
Li gor rojnameyê, ji wê rojê ve ku Dora girtî ye, li ber polîtîkayên bi alîgirî û kêfî yên sîstematîk tê dikoşe.
Dora ji ber çûna dadgehê bi pêyên qeydkirî red kiriye, cezayê dîsîplînê dane. Ji wê boneyê Dora ji bo protestokirina ferzkirina kêfî û nehiqûqî di hicreyê de canê xwe da ber agir. Rêveberiya Girtîgehê dest tê werda û dozeke din lê hat kirin.
Gava canê xwe daye ber agir, bi hinceta girtiyên li der û dorê jî xistine xeteriyê û zirar daye malê dewletê, hezar Euro cirm û 2 sal û 3 meh ceza dan ku heps razê. Parêzerên Dora, xwe li ber vî cezayî nerazî kir û serî li dadgehekê di ser wê re da.
Dora ku ji 22’yê Îlonê ve bêyî qewil û dor di greva birçîbûnê de ye, xebatên siyasî û çandî ku xistine nav çarçoveya 129b’yê, kirinên pê rûmet lê hatiye şikandin, zexta li ser saziyên Kurdan û kirinên xerab li girtiyên siyasî yên Kurd, protesto dike.
Yên çûne dîtina Dora, diyar kir dikin ku ji ber greva birçîbûnê Dora hatiye ser 54 kîloyan, berê emeliyat bûye, platîn di nava wî de ye û divê zû bi zû tedawî bibe.
Ji bo danqebûlkirina daxwazên Dora, wê roja Şemiyê saet di 10.00-15.00’an de li Marshallstraße Ecke Konigstraße Stuttgartê çalakiyek li dar bê xistin.