Heyva Sor a Kurdistanê sersaxî da malbata kedkarê xwe Karabeg
Heyva Sor a Kurdistanê sersaxî ji malbata kedkarê xwe Abdulkadîr Karabeg ê ji ber şewba vîrûsa Koronayê li Dûîsbûrgê rehmet kir re xwest.
Heyva Sor a Kurdistanê sersaxî ji malbata kedkarê xwe Abdulkadîr Karabeg ê ji ber şewba vîrûsa Koronayê li Dûîsbûrgê rehmet kir re xwest.
Heyva Sor a Kurdistanê bi peyamekê sersaxî ji malbat Abdulkadîr Karabeg ê 73 salî ji ber şewba vîrûsa Koronayê 27’ê Gulanê li Dûîsbûrg a Elmanyayê rehmet kir û gelê Kurd re xwest.
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku Karabeg ji navçeya Çelê ya Colemêrgê ye û salên dirêj li Dûîsbûrgê di nava xebatên siyasî, çandî û mirovî de kar kiriye û got: “Abdulkadîr Karabeg bi armanca xwedîderketina kesên mexdûr û muhtac bi rihekî fedakar xebatên Heyva Sor a Kurdistanê dikir. Abdulkadîr Karabeg ji bo xwedîderketina mexdûrên şer yên li Kurdistanê gelek ked daye. Heyva Sor, ji malbata Abdulkadîr Karabeg û ji gelê Kurd re sersaxî dixwazin.”