Hefteya 583’yemîn a Nobeta Azadiyê: Bêyî Rêbertiyê jiyan nabe
Hefteya 583’yemîn a nobeta ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê berdewam e, komek ji Parîsê hat û nobet ji koma beriya xwe dewir kir.
Hefteya 583’yemîn a nobeta ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê berdewam e, komek ji Parîsê hat û nobet ji koma beriya xwe dewir kir.
‘’Nobeta Azadiyê’’ ya Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirin tecrîdê ji ser, 25’ê Hezîrana sala 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê bû, berdewam e.
Nobet li cihê hevpar ê saziyên Ewropayê, ji aliyê Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve girtin. Vê hefteyê sê welatparêz ji banliyoya Drancy ya Parîsa paytexta Fransayê hatin û dest bi girtina nobetê kir.
Fazil Kobanê, Mûstafa Gîrîşkîn û Mehmet Acar di nav koma nobetdar de ne.
Fazil Kobanê ku li ser navê komê axivî, bi bîr xist ku 583 hefte ne ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetê digirin û got: ‘’Hema bibêje sê sal in me tu hay ji Rêbertiya xwe nîn e. Em li ber CPT’yê ne. CPT’yê got ku hevdîtin pê re kiriye lê tu rapor pêşkêş nekir û agahî nedan’’ û bang li Kurdan kir ku dengê xwe ji vê re bilind bikin.
Fazil Kobanê her wiha got: ‘’Carinan em ji bo Rêbertiyê dertên qadan û dirûşmeya ‘’Bêyî Rêbertiyê jiyan nabe’’ lê divê bi gotinê nemîne. Bi taybetî ciwan û jin, civak divê bi hev re pratîka dirûşmeyê deynin holê.’’