Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê hatibû destpêkirin, di roja 11’an de dewam dike.
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya 17’ê Kanûnê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê û şûnde destpê kir, Parlemetera HDP’ê Dîlek Ocalan jî di nav de bi 15 kesan dewam dike.
Ji roja destpêkê ve ya çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Strasboûrgê destpê kir û vir ve bi sedan kes rojane serdana çalakiyê dikin. Çalakiya ku tevgerên çep ên Tirkiyeyî û komele destek dikin, ji ber Cejna Noelê serdanên ji bo çalakiyê hê zêdetir bûne.
DAXWAZA HEVDÎTINÊ JI BO KE Û CPT’YÊ
Çalakvanên ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bûne, daxwaza hevdîtinê ji Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a yekane bi erka hevdîtinê radibin, kir ku biçin Îmralî hevdîtinê pêk bînin.
Çalakvanên ku li ser armaca xwe ya ketina grevê ji bo rayedarên KE û CPT’ê ragihandin, CPT ya ku yekane saziye ku bikare biçe Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne divê tavilê bi erka xwe rabe û biçe hevdîtinê li gel Ocalan bike.
DÎDF SERDANA ÇALAKIYÊ KIR
Di roja 11’an de jî gelek sazî û komele serdan çalakgerên çalakiya grevê kirin. Îro jî DÎDF serdana çalakiyê kir. Çalakvanan têkildarî çalakiya xwe daxwazên xwe ji bo wan vegotin.
‘EM Ê BI VÎNEKE BIHÊZ SERBIKEVIN’
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç ê tevlî çalakiyê bûye, anî ziman ku bi biryardar in heta tecrîda li ser Ocalan bişkînin wê çalakiya xwe bidomînin. Koç destnîşan kir ku em ê bi vîneke bi hêz serbikevin.”
NAVÊN KESÊN TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛNE
Ji gelek sazî, rêxistin û partiyên cihê yên çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bûne. Navên kesên tevlî çalakiyê bûne wiha ne: “Dîlek Ocalan, Gulîstan Çiya Îke, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehemt Nîmet Sevîm, Mûstefa Sarikaya, Mohamed Ghaaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Yuksel Koç, Dadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yilmaz in.