Greva birçîbûnê ya Mazlûm Dora li girtîgeha Stûttgartê dewam dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya aktivîst û hunermend Mazlûm Dora ya li dijî pêkanînên xirap û kêfî yên li girtiyên siyasî yên Kurd li Elmanyayê dewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya aktivîst û hunermend Mazlûm Dora ya li dijî pêkanînên xirap û kêfî yên li girtiyên siyasî yên Kurd li Elmanyayê dewam dike.
Hunermend Mazlûm Dora ku di Girtîgeha Stammheîmê de ye, ji ber xebatên çandî 11’ê Gulana sala 2021’ê hat girtin. Dora, piştî serdana Wezîrê Karê Dervê yê Tirk ê hingê Çavûşoglû ya ji bo Berlînê û bi şûn de hat binçavkirin. Xebata çandî û hunerî, xistina li defê gava meşekê, strana 'Cenga Rojava' ku ya wî ye, sûc hatin hesabkirin.
Piştî 60 rûniştinên li Dadgeha Bilind a Stûttgartê, tevî kêmbûna delîlên di der heqê wî de jî, 3 sal û 3 meh ceza dan Dora.
Xebatên çandî yên Dora û bikaranîna mafên wî yên destûra bingehîn, xistine çarçoveya xala 129b ku di Qanûna Cezayî ya Elmanyayê (StGB) de ye û wek xebatên rêxistinî qebûl kirine.
Dora diyar dike ku ji roja hatiye girtin ve rûbirûyê polîtîkayên bi alîgirî û kêfî yên sîstematîk ên rêveberiya girtîgehê dimîne.
Dora ku ji 22’ê Îlonê ve bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ye, xebatên siyasî û çandî ku xistine nav çarçoveya 129b’yê, pêkanînên xerab yên li hemberî wî, zexta li ser saziyên Kurdan û pêkanînên xerab li girtiyên siyasî yên Kurd, protesto dike.
Parêzerê Dora ku roja Duşemê pê re hevdîtin pêk anî, diyar nekir ku bê ka muwekîlê wî wê greva birçîbûnê çawa û heta kengê bidomîne. Parêzer diyar kir ku ji bo ku daxwazên Dora bên qebûl kirin û tavile dawî li çalakiya birçîbûnê were xebat dikin.
Roja Şemiya bi beşdariya hin saziyên Elman li navenda Stûttgartê ji bo Dora konê piştgiriyê hate vekirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Dora û xwestin dest ji pêkanînên kêfî berdin û Dora azad bibe. Di çalakiyê de bang hat kirin ku girtiyên bi hincetên siyasî li girtîgehên Elmanyayê tên girtin, bên berdan.