Greva birçîbûnê ya 5 rojan a li paytexta Ewûstûrya Viyanayê û çalakiya konvedanê ya ji bo piştgirîdayîna berxwedêrên greva birçîbûnê duh bidawî bû.
Greva birçîbûnê û çalakiya kon vedanê ya 25’ê Adarê li Viyanayê hatibû destpê kirin, duh li pêşiya Parlamenta Ewûstûryayê bi mîtîngekê bidawî bû.
Gelek Kurdistanî, antî-faşîstên Ewûstûryayî û pêkhateyên HBDH’ê beşdarî mîtîngêbûn.
Komîteya amadekar a çalakiyê ragihand ku roja 1’ê Nîsanê bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê wê bi beşdarbûna koma ku ji 30 kesan pêk tê greva birçîbûnê ya 5 rojan bidin destpê kirin.
BERN
Li bajarê Swîsre Bernê lîstikvanên Atolyeya Şanoya TEV-ÇAND’ê duh çalakiyek lidarxist.
Li Navenda Îstasyona Trenê bi zimanê Elmanî şanoyek hate pêşkêş kirin. Di lîstika şanoyê de balhate kişandin li ser tecrîd û grevên birçîbûnê.
Welatiyên li derdor eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan û meclîsên jinan a Mizgin û Arîn Mîrkan ên Bernê li erbaneyan dan û stran strîn.