Greva birçîbûnê ya AvEG-Kon di roja 2’an de ye
Greva birçîbûnê ya AvEG-Kon a li Kolnê di roja 2’an de ye. Di çarçoveya çalakiyê de forûm hate lidarxistin û hate gotin ku faşîzm têk diçe.
Greva birçîbûnê ya AvEG-Kon a li Kolnê di roja 2’an de ye. Di çarçoveya çalakiyê de forûm hate lidarxistin û hate gotin ku faşîzm têk diçe.
Greva birçîbûnê ya AvEG-Kon a li bajarê Elmanya Kolnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û faşîzmê di roja 2’an de didome. Roja destpêkê ya çalakiyê belavok hatin belavkirin, gel hate agahdar kirin û li ber stranan govend hate giritn. Saetên êvarê jî têkildarî hilbijartin û pêvajoya siyasî forûm hate lidarxistin.
‘FAŞÎZM TÊK DIÇE’
Di forûmê de hate gotin ku meha Adarê meha berxwedanê ye û bal hate kişandin li ser 8’ê Adar û ruhê Newrozê. Li aliyê din hate gotin ku heta 1’ê Gulanê divê têkoşîn were geşkirin û têkoşîna şikandina tecrîdê ji bo têkbirina faşîzmê xwedî girîngiyek mezin e.
Di forûmê de hate gotin ku tevî hemû êrîş û zextên faşîzma AKP-MHP’ê HDP’ê sîstema qeyûam têk bir û li rojava jî AKP têk bir.
Di roja 2’an a çalakiyê de çalakgeran li qadê belavok belav kirin û bi kesên hatin serdana wan re sohbet kirin. Di nava çalakgeran de aktivîstên ji gelê Elman û Katalonya yê jî hene.