Govendeûropa tevlî Mîhrîcana Govendên Gel a Navneteweyî bû

Govendeûropa li ser navê Kurdistanê tevlî Mîhrîcana Govendên Gel a Navneteweyî bû.

Govendeûropa ku li gelek welatên Ewropayê ji bo zindîkirin govendên gelêrî ya Kurdî xebat dimeşîne, tevlî Mîhrîcana Govendên Gel a Navneteweyî bû ku di navbera 7-11’ê Cotmehê de li bajarên Dîano Marîna, San Remo û Cannes ên Fransa û Îtalyayê hat lidarxistin.

Mamosteya Govendên Gel a Govendeûropa Dûygû Ozkaya Demîr, anî ziman ku mîhrîcan ji bo danasîna çanda xwe û gihandina wê ji nifşên bê re xwedî mîsyonekî girîng e û têkîldarî mîhrîcanê ev tişt got: “Beriya koronayê me bi komîteya amadekar û organîzatorên mîhrîcanê re axivîn û me got ku em weke Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, dixwazin li ser navê Kurdistanê tevlî vê mîhrîcanê bibin. Dema li ser navê Kurdistanê daxwaza me ya tevlîbûnê hat qebûlkirin, piştî pandemiyê me xebatên xwe yên govendên gelêrî yên li Elmanya, Fransa û Swîsreyê berdewam kir. Li aliyê din me bi koma xwe ya pispor ku ji 22 kesan pêk dihat, ji bo tevlîbûna mîhrîcîanê bêyî navber xebatên xwe berdewam kirin.

Di mîhrîcana ku li Dîano Marîna, San Remo û Cannesê hat lidarxistin de govendên gelêrî yên Kurdistanê hatin pêşandan. Me derfet dît ku bi cil û bergên xwe yên rengîn û lîstikên herêma Serhed û Koçgiriyê derkevin ser dikê. Em pê kêfxweş bûn ku di bernameyek wiha de ku bi giştî zêdetirî 15 welat beşdar bûn, govedên xwe yên gelêrî û çanda xwe bidin nasîn. Me derfet dît ku govendgêrên gelek welatan nas bikin. Di pêvajoyên pêş de em ê hewl bidin bi wan re xebatên hevpar bikin. Em tevlîbûna mîhrîcanê ji bo çanda xwe wek destkeftiyek dibînin.”