Gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş li Moskowayê hate bîranîn
Li paytexta Rûsyayê Moskowayê gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 31’emîn salvegera çalakiya xwe de bi civînekê hate bîranîn.
Li paytexta Rûsyayê Moskowayê gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 31’emîn salvegera çalakiya xwe de bi civînekê hate bîranîn.
Civîna ku li Mala Kurda hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên PKK’ê û Kurdistanê destpê kir. Di civînê de sînevîzyona li ser jiyana gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate nîşandan.
Her wiha di civîna bîranînê de Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê ‘Viyan’ Tera Qadîr, diyar kir ku Şehîd Bêrîtan ji bo gelê Kurd sembola berxwedana li dijî xiyanetê ye û ruhê berxwedanê yê jinên Kurd îfade dike.
Tera Qadîr anî ziman ku li Kurdistan û cîhanê bi hezaran keçên Kurd navê Bêrîtan li xwe kirine û got ku Bêrîtanên gelê Kurd destanên xwe yên lehengiyê dinivîsînin.
Tera Qadîr da zanîn ku di demeke ku xeta hevkar û xiyanetê ya li dijî PKK'ê di asta herî bilind de bû, şehîd Bêrîtan nîşan da ku jinên Kurd ên di xeta Rêberê Gelê Kurd û PKK'ê de têdikoşin ti carî teslîm nayên girtin. Qadîr destnîşan kir ku, îro jî jinên Kurd hêj di eniyên pêş ên Tevgera Azadiya Kurd de destanên berxwedanê dinivîsînin.
Tera Qadîr diyar kir ku bi hezaran jinên Kurd ên leheng destanên xwe yên berxwedanê nivîsandin û gelê Kurd bi saya berxwedana jinên Kurd karîbû hebûna xwe biparêze û got ku, berxwedana Bêrîtan ji bo gelê Kurd ronahiya rêya azadiyê ye.
Tera Qadir di dawiyê de jî anî ziman ku xeta azadiyê ya Şehîd Bêrîtan heta ku li cîhanê tenê Kurdek bimîne wê hebûna xwe bidomîne û got ku di têkoşîna gelê Kurd de wê rola pêşengiyê berdewam bike.